Sebribotani


Sebrî  botanî


* » adar e 


* » di gel yezdan 


* » ji evînê
narevîn 


* » sibe xwedî dewletim 



* » venagerim 


* » zengilê min 



ADAR E

Adar e xweş Adar e
Dem demê keyf û kar e

Tu b’xêr hatî Adarê
Di gel bûka biharê

Serma revî çû nema
Hat çaxê geşt û sema

Hateve sersala me
Şahî xiste mala me

Newroz e xweş Newroz e
Cejna me ya pîroz e

Awazên eşqa kevnar
Dagirtin dol û zinar

Welato em bi gorî
Cejna me hat û borî

Hat û borî dê hêtin
Me Newroza xwe d’vêtin


Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.

*