Kurdistan Forum


AhmedeXani


08 Feb 2019 - AhmedeXani

PM-Barzani

Ahmede Xani

xani Ehmedê Xanî war ein kurdischer Schriftsteller, Gelehrter und Poet. 

Von einigen Autoren wird er als Begründer des kurdischen Nationalismus betrachtet. Xanî wurde in der heutigen türkischen Provinz Hakkâri geboren und gehörte zum Eşiret der Xanî 

AFERÎN BO TE

Îşweyek da me seher wê periya horî sirişt şefeqê berq û cemalê dil û can suht û perişt (berişt) Me nizanî ku melek yane beşer yane çi bû (ya perî bû) Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimişt Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf Xeyberî hatine min xal û xet çember û qişt Ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat Talibê Zatê me, lew min şemirand baxê Bihişt Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xişt Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf Aferîn ber te! Ku ev şîwe ji bo kes te nehişt .




BAXÊ SORGULAN

xani Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan Teşbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def Manendê mest û serxweşan, ez çûme bezma mehwesan Ebrû keman û çavreşan, cerg û dilê min kir hedef Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qişt û lef Xemrîy û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeş hindek fireng Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff ) Diger hebûn de´wa û şerr, derbû li min tîpa teter Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef ( Xanî bese! Ah û esef ) .



Share on Facebook! Share on Twitter! g+ Reddit Digg this story! Del.icio.us StumbleUpon

Articles in « Portal features »

Comments *