Kurdistan Forum


Cegerxwin


14 Dec 2018 - Cegerxwin

Hozanvanê navdar Cegerxwin

Hozanvanê navdar Cegerxwin

AGIR Û PIRISKEN DIL Û DIWANA CEGERXWÎN

DIWANA CEGERXWÎN

AGIR Û PIRISKEN DIL Û DIWANA CEGERXWÎN Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e ew Ne agirê îsal e, lê agirê sedsal e kevnar e. Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal, Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e. Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş Şev tev diçî, lê tu dibê hê êvar e. Ne dê û ne bav, di bîra te nayên kes; Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mar e. Ne xwezî bi wî ko carek lê binêrî bes; Şadî, dijmin û tim bi qîr û hawar e. Rêça wergirtina taca keyan didî ber te, lê Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berwar e. Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geş Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçar e.




SERXWEBÛNA MIRÎŞKAN

SERXWEBÛNA MIRÎŞKAN Li welatê me xerza, Dîkek hebû şareza. Rokê çû nav dîka, Ji wan re go hêdîka: Rabin bêjin mirîşkan, Bes xwe bidin enîşkan. Dîk û mirîşk bûne kom, Berê xwe dane cem bûm. Leşker tev bûne lek, Hin çeleng û hin kulek. Berê xwe dane çolê, Tevlî koç û tev êlê. Teyra di ko nagehan, Hatî leşkerkî giran. Tevde firîn ji malan, Berê xwe dane balan. Ew jî li hev bûne kom, Yekî rabû gote bûm; Ey padîşahê teyran, Wey serbilindê Tûran, Rabe ser xwe tu mîro, Ji bo me bêje îro; Ev leşkerê bê jimar, Gelo heye jê zirar. Bûm kenî û gote wan; Bakin bazê pehlewan. Hudhud rabû serferaz, Wî çû bi lez gote baz Go rabe ey tu bazî, Şeh te îro dixwazî. Baz çû cem şeh li banî, Destê xwe l´ser hev danî. Go ey xwendekarê min, Zû li min ke barê min, Bûm gote bazê xwînxwar, Bi lez rabe here xwar. Bazî rabû weke şêr, Firek da xwe hate jêr, Bazê terî bi rêşî, Hate cem dîkê pêşî, Destê wî girt û hejand, Nitqek jê re dirijand. Olan sen nerelîsen? Go em xelkê bedlîs in. Sizin bûrde ne îş war? Dîk xeyidî lê da dar. Bazî şehda xwe anî, Dîk jî darê xwe danî. Go bi zor û bi gazin, Em heqê xwe dixwazin. Baz go kî ye serleşker? Go tu nizanî ey ker, Ez im paşa ez im mîr, Ez im şahê cihangîr. Bazî çû cem dîkê dî, Dî ko ew jî wekeî wî. Tevan go paşa û mîr, Kesî ne go ez wezîr. Nefer bûne yûzbaşî, Heta giha ê paşî. Bazî rabû çû banî, Li ber destê bûm danî. Tilûr tev lê bûne kom, Qale ya ey-yûhel qewm. Ev hatine ji mala xwe, Divên istiqlala xwe. Bûm go bazê dilawer, Gelo kî ye serleşker. Go tev paşa û mîr in; Bê wezîr û gizîr in; Bû hêdî rabû ser xwe, Taca xwe da serê xwe. Go bi taca serê min, Rabin wek pehlewana, Dê em herin ser wana. Hatin teyrên dubirak, Bakirin kund û qirak. Go hon werin binêrin, Ka em îro çi mêr in, Dîka xwe da enîşka, Bû qidqida mirîşka. Go fermana we rabû, Koma we j` hev bela bû. Ê ko kuştin ê ko man; Hatin gundan bê goman. Wan jî weke me kurdan, Destê xwe j` ber xwe berdan. Elok û tûtik û qaz, Tê de bûne belengaz. Tev de ketin koxê rê, Çîroka me ji we re xweş. Wek seydayê Cegerxwîn, Hemî bûne dilbirîn.

PÎRA TORÊ

PÎRA TORÊ Hikişîme çûme jorê her du rex min bend û rez, Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez. Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem, Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez. Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez. Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin, Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez. Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke; Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres. Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê, Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez. Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê, Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez. Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye; Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez. GULFIROŞ Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî, Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî. Gul bi dil didî. Hebû me yek dil, tev jan û kul bû, Ne bûme bawer, gul bi dil bidî. Gul bi dil bidî. Bazar me kir go, ser bi ser nadim, Ê gulperest bî, can û dil didî. Dil bi kul didî. Min go kî didî. Can û dil bi gul, Go ev bazar e, dil bi kul didî. Dil bi kul didî. Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn, Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî. Dil bi gul didî. Ey heval robson dengbêjê cîhan Ey heval robson dengbêjê cîhan Paşmêrê selam zana û insan Gernas û rênas, dijminê Dalas Di ser ava re, di ser çiya re Rengê te ê reş tê ber çavê me Dengê te ê xweş xweş tê guhê me Ev xebata te didî me hêrzan Kêferata te didî me lerzan Ev tevgera te ji bona insan Pir jê ditirsin axa û dehqan Xwedî sermiyan ji te ditirsin Hemî xanedan ji hev dipirsin Dibêjin reşik çawa şiyar bûn? Destê hev girtin li ber me rabûn Dalas ditirsî weke Mak-Arsî Di ber piyan çûn pir tac û kursî Xwedî sermiyan serê xwe hildan Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin Ji meydan… Ey heval Robson! Ne tenê reşik ketin bin destan Em jî sipî ne mane perîşan Reben, belengaz, bindest,çarereş Birçî û tazî, tev jar û nexweş Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb Ketin bin destan ev Kurd û Ereb Zencî û Hindî em hemî insan Kê em hiştine wisa perîşan Nîzam, nîzam… Nîzama hovan, ev nîzama xwar Nîzama faşîst em xistin bin dar Xwedî sermiyan, dezge koledar Em kirin bêçar, em kirin bin bar Kirin tar û mar… Ey heval Robson, Derdê min û te, ev derdê giran Zordestiya ko kete nav cihan Hin mezin, bilind, dehqan xanedan, Hin reben bindest mane perîşan Ji vî derdê me Markis îngilis Bûne du rêzan, bûne du hozan Lênîn Sitalîn rê şanî me dan Pale şiyar bûn xebat û lebat Roj hilat, roj hilat… Xelas bû rojhilat Roja sor, roja zer Ji Mosko hate der Tava xwe da Balqan da Elman Xwe berdaye ser Çîn, Çîn Çîna mezin, Çîna giran, şewqa xwe da Hind Tev dagirt, cihan… Ey heval Robson, Karker û rencber, cotar şiyar bûn Reben perîşan bi hevre rabûn Bi tang û bi top, diçin şer û ceng Li her der qîrîn li her der hewar Li hawîr bû deng Dixwazin azadî, serbestî wekhevî Narevin… Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî.. Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal Berepaş direvin bayloz, xanedan Malê wan malê wan, Bû bela serê wan… Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan Dilê wan, çavê wan, Ev kelem ev mîz… Dicivin, dikevin, di şer de direvin Peykevin peykevin… Ey heval Robson! Me divê dinyake ko her kes dewlemend Dinya bû buhişt çi bajar çi gund Ji bo her kesî fersend û mecal Xwenda û zana, hozan û delal Qesra me bilind, bexçe xweş û rind Em tev de dilxweş li nav dimeşin Tilûr diqişin, cobar dixuşin Çuqlî dihejin, pelik diweşin Çiya pir bilind, dirêj, girover Tîrêjê rojê xwe berdane ser Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn Xweşî tev dagirt Her kes, her tişt, her der… Ey heval Robson Fermo em herin Serbest bigerin Bixun, binerin Bibênin bipirsin Zorker nemaye ji kê bitirsin Sinor nemane çibkin peseport Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort Li vir xurînî bixun hingivîn Li Mosko taştê, firavîn li çîn Li Newyorkê şîv, li London paşîv Çi reş çi sipî tev bibin kirîv… Firek bidin xwe, em herin Merîx Destê xwe bidin şêrîn û Zelîx Zîka riwê te maçkî bimijî Tîna dilê xwe bi te bikujî Bêje ezbenî, bêje ezbenî, Jola dikenî, Zika dikenî… Dengê te ê xweş herkes dixwazî Wî dengê şêrîn… Bêje ey heval, hevalê delal Bi saz bi qêrîn… Bimrî koledar, bimrî zordestî Bijî azadî, bijî serbestî. Ey heval Robson! Ev cîhana xweş Besî teva ye çi sipî çi reş Divê derbas kin rû biken û geş Dewlemend serbilind, Tev bi hev re rind… Nemênin sêwî, birçî û tazî Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî Bi hev re herin tev kar û xebat Heşt seet, çar seet, du seet Pir xweş e xebat Bo milet û welat, Ko bibin em bi kinc, bi xwarin Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar Li ber hev nanerin Bûn heval, bûne dost, bûne yar Hovitî nema ye… Tev xwenda, tev zana, tev şiyar Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan Pir xweş e ev cîhan Tev evîn, tev de jîn Ax… Cegerxwîn Pir xweş e ev cîhan…



Share on Facebook! Share on Twitter! g+ Reddit Digg this story! Del.icio.us StumbleUpon

Articles in « Portal features »

Comments *