Ey reqîb her, maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê topên zeman
Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Lawê kurd rabûye ser piyan wek şêran
Ta bi xwîn nexşîn bike tacî jiyan
Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Em xortên Medya û Keyxusrew in
Dînman û ayînman kurd û
Kurdistan
Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna diyan me da rijan
Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Lawên Kurd tev hazir û amade ne
Canfîdane canfîda, tev canfîda
Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
—————————————
Dildar (1918-1948)
Bi soranî
Ey raqîb her mawe qewmî kurd ziman,
Nay şikên danery topî zeman.
Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Lawî kurd hestaye ser pê wek dilêr,
Ta be xuên nexsîn deka tacî jiyan.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Ême roley Midya u Keyxusrewîn,
Dînman, ayînman her Kurdistan
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Ême roley rengî sûr u şoreşîn,
Seyrîke xuênawiya raburdûman.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Lawî kurdî hazir u amadeye,
Giyan fîdane, giyan fîda, her giyanfîda.
Kes nelê Kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
—————————————
Dildar (1918 – 1948)
Dildar yêkeke ji hozanvanên kurd yên
navdar li başûra kurdistanê.
Dildar navê wî Yunis Re’ofe û li sala
1918 li bajêrê Koye ser
bibajêrê Hewlêrê ji dayik
bîye. Xwandina seretayî li Raniye û
xwandina navendî li Hewlêrê
bidumahî hîna. Paşî li Bexda
kolîca dadperwerî bidumahî
hîna, û çend saleka wekû
parêzer karkir.
Dildar herdem dengekî zelalbî dijî
dagîrkerên kurdistanê û
dijî sitem û tawankarîyê
bî.
Dildar şehrezayî hebî di warê
cihanîda, taybet di warê wêjeya
yonanî, firesî û turkîda.
Sirûda ‘ey reqîb ‘ sala 1946 hate
nivîsîn bihelkefta damezrandina komara
Muhabadê û hersal ev sirûde bî
sirûdekî neteweyî ya vê
komarê. Nûke ey reqîb yê
bî sirûda neteweyî ya hemî
milletê kurd li kurdistana mezin. Jibilî
vê sirûdê Dildarî
çend çêrûkekjî
nivîsîbîn.
Dildar li sala 1948 li jiyê 30 salîda mir,
û kurdan dengekî resen û pir
hestê kurdayetî jidestdan.