Gotar: Sebrî Botanî 1925 – 1998 An ev stran: An eva ku Izeddîn Temo dibêje: Dildarim dil birînim Wek ku diyare mamê Sebrî Botanî, dihat hejmartin yek ji helbestvanên jîr û zîrek, hem jî pêşmergeyekî Barzaniyê nemir bû. Ew Barzaniyê ku mafê kurdan jêre wek nan û avê bû. Sebrî Botanî jî, di wê dibistanê de fêr û mezin bû û dara jiyana wî, bi giyanekî kurdperwerî hat avdan. Zingezinga zengilê min Zingezinga zengilê min Her weku birq û birûskê Wiha Sebrî Botanî xwendina olîtiyê li paş xwe dihêle û li Eyndîwerê, di gel kurên mala Mîro, ku yek ji wan Hecî Dehamê Mîro bû, berê xwe dide xwendina fermî, ta ku digihêje rêza çaran. Ji ber gelek sedemên çetîn dev ji wê jî berdide.. Di vî warî de wiha dibêje: Sebrî Botanî, biçûkanî û xortaniya xwe li Suriyê, navçeya Eyndîwer û Dêrikê di nav zarokên mala Mîro de derbas kir û di wan salan de çav bi gelek welatparêzên kurdan ket. Nemaze ewên ku di civata Xoybûnê de bûn, hem jî xwendevanên kovara Hawarê bûn wek: Resûl axa, Egît axa, Abdulkerîme Melle Sadiq, Haco axa û kurên wî, Hemze begê Miksî: Yê ku wê demê mamosta bû li Eyndîwerê, Dr. Ehmed Nafiz Zaza: Yê ku wê hingê kilînîkek li Eyndîwerê vekiribû.. Dibe jî, ku çav bi mîr Celadet Bedirxan jî kiribe, dema ku mîr bi serdanî diçû Cizîrê. Hem jî dibe ku Cegerxwîn jî di demê de dîtibe.. Jixwe di bin hezkirina helbestên Cegerxwîn de, wî helbest hunandine.. Di destpêkê de, wî piraniya helbestên Cegerxwîn jiber kiribûn. Ew helbestên ku di kovara Hawarê de dihatin weşandin. Mirov dikare bibêje ku Sebrî Botanî yek bû ji şagirtên Cegerxwîn yên pêşîn. Hem jî mirov dikare bibêje ku bi saya kovara Hawarê giyanê niştimanperwerî, di huş û mejiyê wî de hat çandin.. Li Suriyê, Sebrî Botanî hez helbestan kiriye û dibe ku nivîsandibin jî. Bi texmîn ew di sala 1946 an de, çûye kurdistana başûr û di eynî salê de, ew li wir hatiye girtin.. Hingî di zindana Mûsilê de helbest gotine û nivîsandine. Ew bi xwe vê yekê şirovedike û dibêje: Temenê wî dor 20 saliye dema ku diçe Kurdistana başûr. Xuyaye li Zaxo akincî dibe û di sala 1957 an de dikanek lê vedike: Li başûre Kurdistanê dibe endamê partiya (P.D.K-Îraq). Û wek kadirekî çeleng û jêhatî kar ji gelê xwe re dike di gel hevalên xwe wek (Elî Esker û hin din). (..Min Gulbiharê bi çav nedîtiye, lê ji mêje ku min ji dûr ve naskirî. Naskirinek baş. Nivîsarên min ku hemû ji pesnê wê dagirtîne û bes. Belko hozan jî, ji zarê wê min vehînane û hem li ser wê jî nivîsîne. Sebrî Botanî; piraniya rojên jiyana xwe bi tirş û talî derbas kirin, gelek qiriktalî û dijwarî di rojên xwe de dîtin, ji roja çêbûna wî li herêma Botan ta roja mirina wî li Ewrûpa, tevi ku ew çend salên li Ewropa jêre xweş bûn û bêhna wî hinekî hatibû ber, lê di baweriya min de ji kalemêrekî weke wî re, dûrî welat, heval, dost, xizm û karan ne tû xweşbûn bû. Wek ku kurd dibêjin: (Xanîkê pîrê xweştire ji birca mîrê Cizîrê). Berhemên Sebrî Botanî: ![]() 1 – Şîn û Şadî, 1979 Bexdad Jêder û çavkanî: |







