HOZANÊN BEDIRXAN SINDÎ |
---|
![]() Bedirxan Sindî |
Ey felek bo te dinalim, bo çi nêrgiz çirmisîn? Qet dê hêt ew roja me divêt, kehniya warî bizêt Agirê sar û vemirî, çav me lê ye geş bibit Kurdîno rabin bibînin, berxekê jar û zeîf Ew werîsê tê alandî, her ji hirya berxî ye Mezinan ji mêje we gotî, dijminê serê xo kew Nê me nalîne ji bivrî, sed hizar cara hewar Nê me nalîne ji mêje, bo hetavek rohin û geş Evro kanê li min wê rojê, pir ji xofî û rengereng? Kanê kew bo çi naxwînin, kanê warê gulgulî? Kanê mizgefta me tê de, sed nivêj rojê kirî? Kanê rîbara pir bizav, kanê pêlêt hîviyê? Ka gelavêja me dîtî, wextekê zêrîn bijar? Baxçeyê vîna nemay, kê we kir kavil bibit! Evro kanê li min wê rojê, pir ji xoşî û rengereng? Da bibînin kiç û lawan, min bi mil bêne şahiyê Da bihelînim ji Kurdan ala, ser çiyayêt pir ji xwîn Ne guneh û ne şerm e jîk, ger me jî ala hebit Dê ji kiloxêt wan şehîdan, stînekê dirêj vedim Bêjme xelkêt vê cîhanê, navê Kurdan jî heye Evro kanê li min wê rojê, pir ji xoşî û rengereng? Bigirnijînin beçkeşêran, ew helal û ew rihan Bêne hêzkê li nav çinaran, xefk û davêt xo veden Bêjne şalîl û tivîrka, werne hêlînêt berê Berpera jîna me ya nwî, ew jiyana dîr ji jan Kutrîno dadin ji dadê, bo Xudê dadê nekin |







