Hozanvanê navdar Ehmedê Xanî | ||||
---|---|---|---|---|
|
||||
Îşweyek da me seher wê periya horî sirişt Me nizanî ku melek yane beşer yane çi bû (ya perî bû) Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf Ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf
|
||||
|
||||
Da zenn ne birîn ku em xemûşîn Genca me di dil, guher tijîne şahîn û bi xef, bi libsî dîba Mucmer sifete me cism û can, ûd Meyxane bihiste, Hûre Saqî Bê hûdene lafê lew ku Xanî
|
||||
|
||||
Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan Manendê mest û serxweşan, ez çûme bezma mehwesan Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek Xemrîy û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeş hindek fireng Diger hebûn de´wa û şerr, derbû li min tîpa teter Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin |
||||
|
||||
Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim Bi zahir şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê Me hasil kir bi xêzanî, bi muştaqî, bi heyranî Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê şa kir Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in |
||||
|
||||
Disan dilê şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir Meyla wî mehza hîkmet e, şeyda wî enqa şîret e Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit şeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê şeklê mecazî çendek e, şeyda heqîqî werdek e Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil |
||||
|
||||
Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê felekden Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol Ben aşiqê dîdarê ne hacet xemê diwar Perwane ê perr soxîte ê şem’ê qedîmim Alam û cefasîle xweşim ben rehê îşkin |
||||
|
||||
Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella Insan, Te ji bo alemê Kubra kire nusxe Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî |
||||
|
||||
Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî Meşqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet Aşiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan Şêx û mirîd û salikan, şah û feqîr û malikan Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û şaîran |
||||
|
||||
SAQîYê MEHWEş Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin Mey û me’şûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket Şêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad Îşqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin |
||||
|
||||
Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji şemsa xawerê Paşî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê Sed texabun! çu ji bal min ew hebîna çav belek Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek Hîcreta yarê bihatim subhê findê şu’ledar Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl Xidr û îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim Bê dil û şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab! Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab! |
||||
|
||||
Ey wahidê pînhan ku ji zatê Te ne peyda, Erwah û ûkûl, Enfûs û E’raz û Cewahîr Lewh û Qelem û Kursî û Erş, Encum û Eflak Sed qafile mewcûd û peyapey,mutewatir Hin, neqdê fenayê diguhorin bi beqayê Her yek bi wucûda xwe wucûda Te dixwazin Ew jî bi meta ê xwe qumasê Te di xwazit |
||||
|
||||
Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê Wekî ew têne ser balan bibînin nuqte û xalan Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na |
||||
|
||||
Her di nalim şev û rojan, meger ez Eyyûbim ez Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal |
||||
|
||||
Dilo, rabe xwe kêf xweş ke, biçîn seyra gulistanê Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan şerbetek da min Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit Wekî şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn |
||||
|
||||
Kanê Muhammed beg gelo? Ka Padîşahê Serhedan? Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêşetê Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav Kî, dî we reng zatek şerîf,erkan û ezmanek letîf Koma Dimil bû sê hezar,sed Mîrekan vêkra du car Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî Kanê ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê Wanîyan Kanê emîrê namîdar,serhed nişînê xundekar Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê teb’et cunûn Çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê leng Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt Wextê bi ser hespê diket, şeş caniban rev pê di ket Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîşe bû Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roşen zemîr Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn Ferşên di dîba û herîr,îstebreqên wî bê nezîr Ev xalîyên ermûşê qezz,wernagirin kes şubhê xezz Rez bû mîsala cennetê,eywan ji sun’a qudretê Elmas û le’l û gewheran,Tomar û tac û bin perran Ew şehnişîn û hewz û av,nêçîrgehê pirr seyd û rav şahînşehê gerden firaz,aza kirin Teyhûn û qaz Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit şikar Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek Taq û Rewaq û menzeran,kosk û kelat û xeyberan Ew cumle,wî îcad kirin,her çend qewî bunyad kirin Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji ber wî bê meferr Dunya di borîtin bi dor,umrê ezîz nadin bi zor Yareb hebit ocax qedîm,emmên di wî, xweş bin emîm Durdanyê gewher sedef,ew ma ji wî neslê xelef Xanî! Tu jî, destan hilîn,Her çend ku zêde dil kulîn Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval Ka mîrek û xan û xwe dan,ka çadir û konê vedan Kanê welat kanê welat,ser kanîya avul heyat |
||||
|
||||
Me dî neqsek ji neqsê Neqşebendan Kuşada dil ji bo min ra muyesser Li min kurt bû rîya Ke’ba wisalê Rezîl û ser xwesim wellahî waiz Mesed hêvî heye dîsa ji seyyad Ji ahoyan, me hoyan xwestin emma Dilê Xanî eger çi genc û xane |
||||
|
||||
Mîrê meclis ne kenît ,Mutribê goya çi bi ket Neynika husnê butan, lazime sahib nezerek Bê kerem naçite tîpa edûwan merdê şecî‘ Talibê îlm û kemalê nebitin qabilê feyz Qelbê „Xanî“ sedefa gewherê îrfanê we lê |
||||
|
||||
Neqqaşê ezel roja serlewheyê rengîn da Dîbace ku înşa kir, fihrîste ku îmla kir Wan sade ruxan mesqê îşqê ku temenna kir Ez çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah Herçî ku me ber pê kir, hindî me nezer lê kir Min dî heme yek pertew sarî di mezahir da Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da Cana ji cemala Te ez dê çi bibim sabir Şahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez |
||||
|
||||
Seydê pencahê serê zulfa şeha şehbazim Ez Remz û î’cazê di xûban bê îbaret medh dikem Vê heyata heyretê çi bikem beqa nîne ji bo Derdimendek min divêtin, hem nefes bit Xanî ya! |
||||
|
||||
Serwa me bi sed reng û hezar îşwe û meş hat Sunbul kemilandin, Gul û lale xemilandin Ten derve nebû qet, nedida bextê kuşadek Pê dane firengî i nîlo, hatine romî (Peydane) Reştozê xwe Nûbar e meger koşe dixwazin Yan hat bi nava dilê ket, qet nediwesta Xanî! Bese bê arî, çi ra zêdeyê salan |
||||
|
||||
Ez Çûme derê meykedeyê subhekî zû, min dî yekî esmer Çînçîn dixuşîn zulfê li ser gulşenê ruxsar, reh şubhetê şehmar Mayîm mutereqqib, meger ew mezherê î’caz, carek bi dused naz Min got te di wextê seherê ev çiye da min, ey serwîqeda min! Hetta veke lewhê sedef û xameyê yaqût, nêzîkê bi lahût Hindî melek û horî, perî bêne temasa, haşa we ku haşa! Barî ji derê meykedeyê min me ke bê par, ey seyyîdê mûxtar! |
||||
|
||||
Leyse fî qelbî sîwake ya hebîbî kulle hal Ger benim kanim dilersen,çoktan olmuştur helal Ente fikrî fî, fuadî, Ente rûhî fîl cesed Dade geldim aşk elinden isterim senden meded Tale xemmî, zade hemmî, şa’e sirrî fîl mela Yoksa sen dîvane oldun, nêce halin? Ey dila! Bittû mehcûren hebîbî! Leste mînnî alîmen Can û dilden erzi kildim halimi canane ben Hel lena mîn nî’metîl weslî hebîbî mîn nesîb Derdê men çok olduxunden ona yoktur hîcç tebîb |
||||
|
||||
îro li textê dîlberî, ya Rebb! çi şîrîn esmer e? Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt şefeq Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîşan û xal çav in gello? Ya serxweş in, ya kafir in ya dilreş in Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal Dêm, şûşe nûra heqq di nav, dev xunçe ya şirîn gulav Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in Ew gerdena şubhê şemal, ser çesmeya ava zelal Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya îsa ye ev Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye Ew Xanî yê dildade ye, meşreb ji rengê bade ye |
||||
|
||||
Zahidê xelwet nişîn pabestê kerdarê xwe ye AŞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê Hoşîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaş Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan! ebes Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes |
||||
|
||||
02 te’dadê ni’metşimarî û tekrar-i 03 iş‘ara medîheta tewaifê di kurdan e 04 sebebê nezma kitab e bi vî ezmanî
|
||||
|
||||
Sernameyê name, namê Ellah Ey metle’ê husnê ‘işqibazî Namê te ye lewhê nameya ‘işq Bê neqşê te, neqşê xame xam e Namê te ye sahibeytê meqsûd Medmûnê muraselatê la-reyb Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Me’sûq tu yî, bi fexr û naz î Mutleq tu mufîd û mustefad î Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Şem’ î, ne ji qismê nûr û nar î Genc î tu di nêv tilismê ‘alem Ev ‘alem û ademî û meshûd Hemiyan bi te ye mudare û debr Emrê te bi lefzê »kun« du ‘alem Adem bi xwe yek ji herdiwan e Ew herf, heqîqeta muheqqeq Esbah muressem in ji nasût Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah Nasûtî egerçi rengsefal e Herfa ko me gotî, neqşihûr e Zahir te eger numaye suxra Mewcûd e di wî şehadet û xeyb Insan bi xwe hem zelam e hem nûr Hindî weh ko cinsê ‘alemî ne Evrenge felek hemî mu’ezzem Ev karegeha ‘ezîm û dewwar Evçende zemîn digel ‘enasir Evçendehe ni’met û nefa’is Evçendehe mudde’a û metlûb Heywan û me’adin û nebatat Bi l-cumle ji bo me ra li kar in Heqqa ko te xweş nizam û rewneq Em xafil û ‘atil û gunehkar Nînin me di qelbî fikr û zikrek Xanî ko nehin bi qelbî zakir * * * * * Ey şukrê te cewhera zebanî Ey baqiyê bêzewalê da’im Ey xaliqê erd û ‘asimanan Mulk û melek û felek bi carek Şubhaneke kulle ma xeleqte Herçî ko te çêkir ey nikûkar Ev neh sedefê di pirmirarî Heft di mişalê durrê xeltan Hersê weledê di pirmewalîd Lewh û qelem û sewabit û ‘erş Zahir kirin ev qeder sena’i’ Heryek ji ‘edem kirin te peyda Fi l-cumle çi ewwel û çi axir Her yek ji te ra we bûne mezher Bê husn-i te nîne wan wucûdek Hikmet ew e batinî û zahir Nînin te tecezzu’ û temekkun Goya hemî cismek in tu can î Husna te ye zîneta hebîban Meyla te ye ‘aşiqan dikêşit Şîrîn te kire şekir li Perwîz Leyla te kire bela li Qeysî Yûsif te çira numa Zuleyxa Şêxê weko pênce hec bijarî Nîlûfer nazperwerî kir Balayê bilind te daye ser wan Sorgul te kirin ji xar peyda Xweşrengî te da giyayê sorgul Ronahî te da serê şemalan Mehbûb te çêkirin di dilkeş Ev ‘işq û mehebbeta di dil da Aya ne te çêkirin muqabil Ayîne te çêkirin mukerrer Ayîne li pêş-i tûtiyan girt Ayîne ji wan we ye ko av e Neqşê te dibînin ew di avê Lebtesne teleb dikin zelalî Meqsûd ko bû ji pêş ve hadir Tûtî bi xwe ma şekir dirêjin Wê meqsedê muxteser dibînin Meqsûd û muradê dil tu şa yî Herçî te divê bibî delalê Herçî ko tu bînî ser hîdayet Hadir wî dibî meqamê me’lûm Bê secde te ey cenabê me’bûd ‘Îsa kusa gihande ewcan Dersa ko bi xef te gote Idrîs Iblîsê, feqîrê bêcinayet Her roj-i dikir hezar ta’et Wî secde nekir li xeyrê me’bûd Yek secde nebir li pêşê exyar Elqisse ji hikmeta te agah ‘Irfan-i teleb di şahibê idrak Xanî bi nezaniya xwe derheq Illa ko meger mu’în Xwida bit Ya reb bi heqqê Mustefa kî * * * * * Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke Da keşf bibit li ber me ehwal Idbara me wê giha kemalê Ya her wehe dê li ’stiwa bit Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb Bextê me ji bo me ra bibit yar Rabit ji me jî cihanpenahek Şîrê hinera me bête danîn Derdê me bibînitin ‘ilacê Ger dê hebûya me serfirazek Neqdê me dibû bi şikke meskûk Herçend ko xalis û temîz in Ger dê hebûya me padişahek Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Hasil bibûya ji bo wî tacek Xemxwarî dikir li me yetîman Xalib nedibû li ser me ev rûm Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk Emma ji ezel Xwidê wisa kir Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e Namûs e li hakim û emîran Herçî bire şîrî destê himmet Lewra ko cihan wekî ‘erûs e Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Hasil ko dinê bi şîr û ihsan Ez mame di hikmeta Xwidê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Wan girt bi şîrî sehrê şuhret Her mîrekê wan bi bezlê Hatem Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in Herdu terefan qebîlê kirmanc Goya ko li serhedan kilîd in Ev qulzimê rûm û behrê tacîk Kirmanc dibin bi xwîn mulettex Cwamêrî û himmet û sexawet Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad Hindî ji seca‘etê xeyûr in Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in Ger dê hebûya me ittifaqek Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Temyîz dibûn ji hev meqalat * * * * * Xanî ji kemalê bêkemalî Hasil ji ‘inad eger ji bêdad Safî şemirand vexwar-i durdî Înaye nizam û intizamê Da xelq nebêjitin ko ekrad Enwa‘ê milet xwidankitêb in Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc Têk da ne di talib in, ne metlûb Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî Kirmanc ne pir di bêkemal in Fi l-cumle ne cahil û nezan in Ger dê hebûya me jî xwidanek ‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an Ev cins biba li ba wî me‘mûl Min dê ‘elema kelamê mewzûn Bîna ve rûha Melê Cizîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran çi b’kim ko qewî kesad e bazar Xasma di vê ‘esrê da ko himyan Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar Ger ‘ilm temam bidî bi polek Kes nakite meyterê xwe Camî Weqtê ko me dî zeman e evreng Hez kir me bibîne kîmiyager Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir Qelbê me nekir qebûl-i hîle Dîn çû û neket bi dest me dînar Sifrê xwe yê xef me eşkera kir De‘wet geriya bi sidq icabet Ev pol egerçi bêbeha ne Bêhîle û xurde û temam in Kirmancî ye sirf e, bêguman e Sifrê me yê sor e, aşikar e Neqdê me mebêje kembeha ye Ger dê bibûya bi erb-i menqûs Mehbûb e, bi kes ne namizad e Qirtasiyeya me bêpenahan Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak Mîrê ko bi navê Mîrza ye Qelbê di zexel dikit bilorî Sed bar hebin filûsê ehmer E‘layî dikit bi qehrê edna Pasan digirit wekî esîran Herroj hezar bênewayan Zengîn dikitin bi destê himmet Ger dê wî nezer bida me carek Ev qewl hemî dikirne es‘ar Emma nezera wî zêde ‘am e Ew rehmet xas e bo ‘ewamî |
||||
|
||||
ŞUKURGUZARIYA BARî Ey şukrê te cewhera zebanî Ey wahidê bêşerîkê yekta Ey baqiyê bêzewalê da’im Ey xaliqê erd û ‘asimanan Mulk û melek û felek bi carek Subhaneke kulle ma xeleqte Herçî ko te çêkir ey nikûkar Ev neh sedefê di pirmirarî Heft di miكalê durrê xeltan Hersê weledê di pirmewalîd Lewh û qelem û sewabit û ‘erş Zahir kirin ev qeder sena’i’ Heryek ji ‘edem kirin te peyda Fi l-cumle çi ewwel û çi axir Her yek ji te ra we bûne mezher Bê husn-i te nîne wan wucûdek Hikmet ew e batinî û zahir Nînin te tecezzu’ û temekkun Goya hemî cismek in tu can î Husna te ye zîneta hebîban Meyla te ye ‘aşiqan dikêşit şîrîn te kire şekir li Perwîz Leyla te kire bela li Qeysî Yûsif te çira numa Zuleyxa şêxê weko pênce hec bijarî Nîlûfer nazperwerî kir Balayê bilind te daye ser wan Sorgul te kirin ji xar peyda Xweşrengî te da giyayê sorgul Ronahî te da serê şemalan Mehbûb te çêkirin di dilkeş Ev ‘işq û mehebbeta di dil da Aya ne te çêkirin muqabil Ayîne te çêkirin mukerrer Ayîne li pêş-i tûtiyan girt Ayîne ji wan we ye ko av e Neqşê te dibînin ew di avê Lebteşne teleb dikin zelalî Meqsûd ko bû ji pêş ve hadir Tûtî bi xwe ma şekir dirêjin Wê meqsedê muxteser dibînin Meqsûd û muradê dil tu şa yî Herçî te divê bibî delalê Herçî ko tu bînî ser hîdayet Hadir wî dibî meqamê me’lûm Bê secde te ey cenabê me’bûd ‘îsa kusa gihande ewcan Dersa ko bi xef te gote Idrîs Iblîsê, feqîrê bêcinayet Her roj-i dikir hezar ta’et Wî secde nekir li xeyrê me’bûd Yek secde nebir li pêşê exyar Elqisse ji hikmeta te agah ‘Irfan-i teleb di sahibê idrak Xanî bi nezaniya xwe derheq Illa ko meger mu’în Xwida bit Ya reb bi heqqê Mustefa kî
|
||||
|
||||
BI ŞECA‘ET Û XÎRETÊ Û IZHARA BEDBEXTÎ Û BÊTALI‘IYA WAN E DIGEL HINDE SEMAHET Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke Da cam bi mey cihannuma bit Da keşf bibit li ber me ehwal Idbara me wê giha kemalê Ya her wehe dê li ’stiwa bit Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb Bextê me ji bo me ra bibit yar Rabit ji me jî cihanpenahek şîrê hinera me bête danîn Derdê me bibînitin ‘ilacê Ger dê hebûya me serfirazek Neqdê me dibû bi sikke meskûk Herçend ko xalis û temîz in Ger dê hebûya me padişahek Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Hasil bibûya ji bo wî tacek Xemxwarî dikir li me yetîman Xalib nedibû li ser me ev rûm Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk Emma ji ezel Xwidê wisa kir Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e Namûs e li hakim û emîran Herçî bire şîrî destê himmet Lewra ko cihan wekî ‘erûs e Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Hasil ko dinê bi şîr û ihsan Ez mame di hikmeta Xwidê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Wan girt bi şîrî şehrê şuhret Her mîrekê wan bi bezlê Hatem Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in Herdu terefan qebîlê kirmanc Goya ko li serhedan kilîd in Ev qulzimê rûm û behrê tacîk Kirmanc dibin bi xwîn mulettex Cwamêrî û himmet û sexawet Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad Hindî ji şeca‘etê xeyûr in Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in Ger dê hebûya me ittifaqek Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Temyîz dibûn ji hev meqalat |
||||
|
||||
DI SÛRETÊ ŞEKWAYA JI DEWRANÎ Xanî ji kemalê bêkemalî Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî Hasil ji ‘inad eger ji bêdad Safî şemirand vexwar-i durdî înaye nizam û intizamê Da xelq nebêjitin ko ekrad Têk da ne di talib in, ne metlûb Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî Kirmanc ne pir di bêkemal in Fi l-cumle ne cahil û nezan in Ger dê hebûya me jî xwidanek ‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an Ev cins biba li ba wî me‘mûl Min dê ‘elema kelamê mewzûn Bîna ve rûha Melê Cizîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran çi b’kim ko qewî kesad e bazar Xasma di vê ‘esrê da ko himyan Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar Ger ‘ilm temam bidî bi polek Kes nakite meyterê xwe Camî Weqtê ko me dî zeman e evreng Hez kir me bibîne kîmiyager Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir Qelbê me nekir qebûl-i hîle Dîn çû û neket bi dest me dînar Sifrê xwe yê xef me eşkera kir De‘wet geriya bi sidq icabet Ev pol egerçi bêbeha ne Bêhîle û xurde û temam in Kirmancî ye sirf e, bêguman e Sifrê me yê sor e, aşikar e Neqdê me mebêje kembeha ye Ger dê bibûya bi ùerb-i menqûş Mehbûb e, bi kes ne namizad e Qirtasiyeya me bêpenahan Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak Mîrê ko bi navê Mîrza ye Qelbê di zexel dikit bilorî Sed bar hebin filûsê ehmer E‘layî dikit bi qehrê edna Paşan digirit wekî esîran Herroj hezar bênewayan Zengîn dikitin bi destê himmet Ger dê wî nezer bida me carek Ev qewl hemî dikirne eş‘ar Emma nezera wî zêde ‘am e Ew rehmet xas e bo ‘ewamî |
||||







